• Tuesday, 18 March 2025
logo

Cemîl Bayik: Serkeftina banga Ocalan girêdayî gavên Tirkiyeyê ye

Gulan Media March 17, 2025 Nûçe
Cemîl Bayik: Serkeftina banga Ocalan girêdayî gavên Tirkiyeyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, serkeftina banga Abdullah ocalan girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. 

Cemîl Bayik derbarê geşedanên piştî banga Abdullah Ocalan, ji “ANF” re axivî û got, ji ber ku li ser civaka Kurd siyaseta înkar-îmhayê dihat meşandin, her tiştê girêdayî Kurdan dihate jinavbirin, rewşa gelê Kurd gelekî xirab bû û ji ber ku hemû rê hatin girtin û gelê Kurd rûbirûyê talûkeyeke pir mezin hat, Abdullah Ocalan bi armanca vekirina rêya siyaseta demokratîk, têkoşîna çekdarî da destpêkirin.

Cemîl Bayik amaje bi wê kir, eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. 

Herwiha got, serketina bangê helbet girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Li cîhanê tu pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin. Ocalan ji aliyê xwe ve gavên ku divê bên avêtin, avêtin. Anku divê şert û mercên min werin guhertin, divê ev pergala Îmraliyê were hilweşandin.

 

K24

Top