• Tuesday, 18 March 2025
logo

Mesrûr Barzanî û Serokê Îstixbarata Niştimanî tekezî li ser pêşxistina hevahengiya Kurdistanê û Iraqê dikin

Gulan Media March 17, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Serokê Îstixbarata Niştimanî tekezî li ser pêşxistina hevahengiya Kurdistanê û Iraqê dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Federal tekezî li ser pêşxistina hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiyê kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Adarê pêşwazî li Serokê Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Federal Hemîd El-Şatrî kir.

Di hevdîtinê de, her du aliyan guftûgo li ser pêşhatên dawî yên rewşa giştî û emnî ya Iraq û navçeyê kirin. 

Herwiha her di aliyan, tekezî li ser pêşxistina hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji bo parastina ewlehî û aramiyê kirin.

 

Rudaw

Top