• Thursday, 02 May 2024
logo

'Madeyên hişber IQ'ya ciwanan kêm dike'

Gulan Media August 28, 2012 Civakî
'Madeyên hişber IQ'ya ciwanan kêm dike'
Li gorî lêkolîneke li Zellandaya Nû hatiye kirin, asta IQ (jîrbûn) ya kesên di ciwaniya xwe de madeyên hişber bikar tînin, bi awayekî bê veger paşve diçe.

Li Zellandaya Nû lêkolîneke hat kirin, yek ji zirarên madeyên hişber ên din jî derxist holê. Lêkolîn li ser hezar kesên temenê wan ji 18 salî biçûktir ên hişber bikar tînin hatiye kirin. Lêkolîna li ser ciwanên li bajarê Dunedinê dijîn destpê kir, 20 sal berdewam kir.

Di encama lêkolîna li ser ciwanên bi rêk û pêk hişber bikar tînin hate kirin de, ev tespît hat kirin: "Ciwanên di temenê zû de dest bi hişberê kirine, her ku diçe qabiliyeta xwe ya fikirandinê wenda dikin. Asta IQ'ya wan, derdora 8 dereceyî de kêm dibe. Kêmkirin an jî terkirina hişberê, vê zirarê xilas nake. IQ'ya ku diçe, paşve nayê.

Rudaw
Top