• Thursday, 02 May 2024
logo

Destdirêjiya seksî sal bi sal zêdetir dibe

Gulan Media August 16, 2012 Civakî
Destdirêjiya seksî sal bi sal zêdetir dibe
Li navenda geşkirina demokrasî û mafên mirovan, Perî Ehmed Salih pir betilî tê ber çav, çenteyê wê tije ye bi dosyayên trajîdîk ên wan jinên ku êdî cihê wan di civakê de nabe. Ger bendên sîstema karkirinê û şertê nehênî mana çîrokan nebûna, Perî wê hinek ji wan çîrokên di nav dosyayên xwe de derxista derve.

“Rojane çend keç rastî destdirêjiya sêksî tên, lê bi her riyekê be destdirêjiyên sêksî tên veşartin, yan peymanên civakî li ser wan tên kirin, yên ku nagihin li hevkirinê jî, bi kuştina keçikê dawî li wê mijarê tînin.” Perî wisa got, ku parêzera navenda geşkirina demokrasî û mafên mirov e, ku di 2010an de hatiye damezrandin.

Perî eşkere kir ku îsal 70 jin û keçan hawara xwe gihandine wê navendê, ku rewşa wan pêk dihat ji “destdirêjiya sêksî, azardana fîzikî, şopandin, xapandin, lê em di demekê de dikarin wan jinan li ba xwe bihêlin, ku ew bi xwe hawara xwe bigihîne me û daxwaza alîkariyê bike.”

Peyamnêrên Rûdawê karibûn herin hundirê yek ji wan sitargehên jinan.

Di rastiyê de dîmen li wir tenê dîmenên zindanê ne, lê mirov dikare navê bike “zindana mabûnê.”

(L.E) ku temenê wê 19 sal in, yek ji wan keçan e ku rastî destdirêjiya sêksî hatiye û ji bo herdem roja jiyana wê li gel windabûna perdeya wê ya keçîniyê çû ava: “Heta dimirim wîjdana min, min diêşîne, çiku min fen li wî kesî kir ku ji min hez dikir.” Ew dibêje, neçar bû wê mijarê veşêre, çiku her tişt ji destê wê derketibû.

Gava L. çû mala xalekî xwe, xortekî nasê wan bi tenê li wir bû: “Min ji wî xortî qet hez nedikir, lê ew qet nedisekinî ku daxwaza pêwendiyê li min bike.” Li gor vegotina L., ew derfeteke zêrîn bûye li pêşberî wî xortî ku êrişî wê bike: “Min nediwêriya hawar bikim, yan birevim, wî îşê xwe kir û min perdeya xwe ya keçîniyê ji dest da.”

Kajaw, nasnavê keçeke 17 salî ye, yek e din e ji wan keçên ku destdirêjiya sêksî û ji dest dana perdeya keçîniyê ji bo herdem bera aramî û jiyanê ji jêr piyên wan derxistiye.

“Piştî ku min pêwendiya hezkirinê li gel hevrêyekî birayê xwe girêda, êdî em bûn dildar û hezkiriyên hevdu, ew bi hênceta birayê min zêde dihat ba me, rojekê hate mala me û ez tenê li mal bûm, wî çi xwest bi min kir.” Kajaw wisa got.

Lewma Kajaw neçar bû hawara xwe bigihîne navendeke hewandina jinan û xort jî reviya. Her bi riya wê navendê, Kajaw piştî salekê ji mabûnê neçar bûye razî bibe li gel mêrekî bizewice: “Ew 30 salan ji min mezintir e, li gel wî çûm gundekî dûrîdest, jiyana min bi tevahî bû qurbana dilbijiyên xortekî û çarenivîsa min bi tevahî guherî.”

Amarên destdirêjiya sêksî li ser jin û keçan, ti alîkariyê nade wan kesan ku dixwazin derbarê baştir derketina rewşa jinan tiştekî bêjin, li gor amara rêveberiya şopandina şîdeta li dijî jinan, di hundirê 6 mehên îsal de li parêzgeha Silêmaniyê 52 bûyerên destdirêjiya sêksî li ser jinan û keçan hatine tomarkirin û 6 bûyer jî li Germiyan.

Her li gor amara wê rêveberiyê, par 72 bûyer, di sala 2010an de 40 bûyer, di sala 2009an de jî 30 bûyer hebûn; lê di sala 2008an de li parêzgeha Silêmaniyê tenê 6 bûyerên destdirêjiya sêksî hatin tomarkirin.

Perî Ehmed, qala yekê ji wan bûyeran kir, ku li ba wan hatiye tomarkirin û dibêje: “Keçek ji aliyê mêrê xwişka xwe rastî destdirêjiya sêksî hatiye, lê ji aliyê malbata xwe hatiye qewitandin û ew wê qebûl nakin.”

Serjimêriyên destdirêjiya sêksî li parêzgeha Silêmaniyê

Di hundirê 6 mehên îsal de 52 bûyer hatine tomarkirin û 6 bûyer jî li Germiyan.

Par 72 bûyer.

Pêrar 40 bûyer.

Sala 2009an bi giştî 30 bûyer

Sala 2008an li parêzgeha Silêmaniyê tenê 6 bûyerên destdirêjiyê hatibûn tomarkirin.
Top