• Thursday, 02 May 2024
logo

Keyfa mêrên di stresê de ji jinên qelew re tê

Gulan Media August 12, 2012 Civakî
Keyfa mêrên di stresê de ji jinên qelew re tê
Dema mêr dikevein di nava stresê de keyfa wan bêhtir ji jinên qelew re tê. Biyolog vê fenomê ji mêj ve nas dikin û bi armanca peyetandinê jî testek e balkêş di vî warî de hate kirin.

Li gor lêkolînek Viren Swamî yê li Zanîngeha Westminster a Londonê peywirdar e, pêdewiya mirovan jî wekî ya lawiran di demên stresê de bi ewlekariyê heye. Li gor agahdariyên kovara PLoS ONE dide, ji heyamê berê ve di serê mirovan de bi cih bûye ku jinên qelew destnîşana têrxwarin û xwedî tendûristiyek baş in.

Bi vê armancê zanyarên Zanîngeha Westminster lêkolînek pêk anîn û 80 zilamên Ewropî di testek ku stresê bi wan re bide peydakirin bi wan dan kirin. Testê 20 deqîqeyan domand û naverok hem bi nivîskî û hem jî bi devkî hsabkirin bû. Piştî 20 deqîqeyên bi stres ên hesabkirinê, ji yên tevlî testê bûne hate xwastin ku ji 20 wêneyên bi dîwêr ve daleqandî jina ew herî îdeal dibînin bihilbijêrin.

Di encama testê de piraniya beşdarên testê bûbûn di nav 20 wêneyên temaşe kirin de yên herî bi dilê wan û wekî jinên bi îdeal destnîşan kirin jinên qelew bûn.

Hêjayî gotinê ye ku mêrên beşdarî testê bûn, pêşiya hingî bê stres bûn û hemû jî wekî hev têr bûn. Herwiha hem ji hêla temen û hem jî ji hêla kîloyan ve beşdar wisa hatibûn hilbijartin ku di warê hilbijartinê de di vî alî de bandorek neyînî li ser testê pêk neyê.

Rudaw
Top