‘Ji ber nebûna nişîngehê madeyên hişber bikar tînim’
Her roj Şazad ligel hevrêyekî tirk û yekî afrîqî dema xwe derbas dike. Ew rojane li kolanekê kom dibin û daxwaza hevkariyê dikin. Ji ber ku, bi gotina Şazad, tiştê ku ji dewletê werdigirin “têra debar û kirîna derzî û narkotîkan nakin.”
Nizar karibû dev jê berde
Nizar Tofîq ku li bajarê Braunschweigê li bakurê Almanyayê dijî, got: “Ev 9 sal in bi madeyên hişber ve gîro bûm. Qet di wê baweriyê de nebûm ku wek mirovekî asayî bikarim bijîm, lê bêhêvî nebûm û li dû çareseriyê digeriyam, daku xwe ji wê rewşê rizgar bikim.”
Nizar dezgehên civakî yên almanî, bi çareseriyên wan yên pizîşkî û lêkolerên wan ên civakî, wek tekane çavkanî bi nav dike ku bikarin wisa li nexweşan binêrin, bernameyên wan bînin cih ji bo dûrketina ji narkotîkan. Ew xwe wek rizgarbûyekî dibîne û şîretan li tevahiya kesên ku wek demboriya wî madeyên hişber tevahiya ciwaniya wan biriye dike, ku hêjî hêviyek maye ji bo berdewamiyê û asoyeke ronak di pêşwaziya her gîroyekî de heye ji bo vegera li rewşa xwe ya asayî ya berê.
Hevrêya xwe ya almanî jî rizgar kir
Katja ew xanima almanî ye ku ligel Nizar hevrêya kolanên tarî û rojên gîrobûnê bû. Wê demê ji xeynî lêgerîna li dû çavkaniyekê ji bo peydakirina madeyên hişber, ti armanceke wan a din nebû. Wek Katja dibêje, jiyan li cem wan bi awayekî bû ku qet ne di wê baweriyê de bûn bikarin careke din wek mirovekî saxlem û asayî bijîn. Katja spasiya Nizarê hevrêyê xwe dike ku di dawî de bi keda wî vîna wan peyde bû û çûne serdana doktor û wan cihên ku di warê derûnî û fîzikî de hevkariya wan kesan dikin ku pêdiviya wan bi arîkariyê heye.
Rudaw