• Thursday, 02 May 2024
logo

Deh şaşiyên dayik û bavan himber zarokê wan ê yekem

Deh şaşiyên dayik û bavan himber zarokê wan ê yekem
Zarok yeke ji xweşikiyên jiyanê, lê ji ber nebûna pisporiyê di dema jidayikbûna zarokê yekemîn de, hin şaşiyên berbelav çêdibin ku ji xweşiya jidayikbûna zarokî kêm dikin û îmkan heye rê li van şaşiyan bê girtin, ji van jî:

Yekem: zêde hişyariya li ser zarokî

Pisporekî derûnî dibêje bêtiriya dayik û bavan ji xweşiya yekemîn sala zarokê xwe bêpar dimînin, ji ber vê zêde haydariya ew dikin, mîna gelo zarok baş dixwe, baş diraze, rûvîkên wî başin, çima dihilavêje, çima gelekî digiriyê, çima kêm digiriyê, ev hemû ev pirsyarin ku pêktên û ne pêwîstin.

Duyem: çima niha digiriyê?

Dayik û bav wisa fêm bawer dikim ku her dema zarokê wan giriya ev tê wateya ku tiştekî şaş heye, ev bawerî hertim neraste, carna zarok bêyî ti sedemek digiriyê, mumkîne ji ber vê yekê be ku zarokekî biçûke. Hişyarî vê demê pêwîste eger zarokê bêtirî demjimêrekê giriya û pileya germa laşê wî bilind bû yan rengê wî sor bû, yan jî eger hertim dilê wî rabibe.

Sêyem: Zarokan ji xewê hişyar neke bo şîrxwarinê

Têgihiştineke şaş heye dibêje zarok dive di şevê de çend caran şîrî bixwe. Lê di rastî de wisa baştir zarok berdewam û bêyî qutkirin birazê, sûda vê yekê bo dayik û zarok jî heye.

Çarem: Dilê wî rabûye yan na?

Zarok carna beşeke vê xwarinê yan vî şîrê ku jêre hatiye dayîn, davêje derve. Pêwîste ev tişt ji dilrabûn û hilavêtinê bê cudakirin, ji ber ku dilrabûn her 35-40 xulekan carekê pêktê û di van deman divê zarokî bibin cem pizîşkê zarokan.

Pêncem: Haydarbûna ji pileya germiya laşî

Di sê mehên yekem ên temenê zarokî de pêwîste haydarî zarokî bin eger pileya germa laşê wî ji 38 pileya sedî derbas kir, ev ji bilî dema yekem xwarinê di 24 demjimêrên yekemîn de ku ev jî yekemîn gera xurtbûna sîstema parastina laşê zarokî ye.

Şeşem: Bicihkirina korsiya zarokî di otombêlê de

Bo hinekan bicihkirina korsîka zarokan di otombêlê de zore, lê ji vê jî xirabtir eve ku korsîkê bi şaşî danî, loma pêwîste pirsa kesên pispor bikin.

Heftem: giringîdayîn bi pizîşkê dev

Hin dayik û bav dereng dimînin di meseleya giringîdayîn bi dev û diranên zarokên xwe, lê pêwîste van pêwîste ev pêngav hebin.

- Nabe rasterast piştî nivistinê şîrî bidin zarokî piştî ku diranên wî tên, ji ber ku ev diranan reş dike û dirizîne.

- Perûkeke ter bikarbîne bo paqijkirina pêtî û diranên zarok, piştî ku diranên wî hatin jî hîn bike ku xwesteka bikaranîna firçeyê diranşûştinê bikar bîne.

- Misoger be ji dana Floridê pêwîst bo zarokê xwe, yan bibe cem pizîşkê diranan.

Heştem: Pirsgirêkan ligel hevjîna/ê xwe çêneke

Yek ji şaşiyên berbelav pêkhatina pirsgirêkên piştî jidayikbûna zarok, ev jî ji ber ku dayik yan bav giringiyeke zêde dide zarok û hevjînê/a xwe piştguh dike. Têkiliya hevjîniyê divê bê parastin.

Nehem: Li ber çavê zarokê xwe şer neke

Zarokê temen sê meh jî hest bi vê yekê dike dema bavê wî dengê xwe bilind dike, pêwîste di ti rewşekê de şer û acizbûn li ber çavê zarokî çênebe. Da bandoreke derûnî ya xirab neke ser zarokî.

Dehem: Şêwiriyê ji kesên pispor

Şaşiyeke mezin û xirabe ku derew ligel zarokê bê kirin, yan ji çavkaniyên nezanistî zanyarî ji zarokî re bên dayîn û li ser vê bê perwerdekirin. Heta hûn ji rastî û dirustiya zanyariyan piştrast nebin ti carî nedin zarokê xwe.

Rudaw
Top