• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Tetwanê şer derket: 40 kes birîndar bûn

Li Tetwanê şer derket: 40 kes birîndar bûn
Li navçeya Tetwanê ya bajarê Bitlîsê, di encama şerekî civakî de, herî kêm 40 kes birîndar bûn, birîna 2 kesan giran e.

Li gorî nûçeya NTV, îro li navçeya Tetwana Bitlîsê navbera 2 kesan de, ku nayê zanîn ji ber çiye, şer derket.

Li gorî nûçeyê, piştî demek kurd, mirovên her du kesên han jî tevlî şer bûn û şer girantir bû û bi çek û dar û beran li hev dan.

Di bûyerê de, 40 kes birîndar bûn ku birîna 2 kesan giran e.

Hat gotin polîs bi avêtina fîşekan bi zehmet şer da sekinandin û li bara bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

AKnews
Top