Hakan Fîdan: Em hêvîdar in bê xwînrêtin arêşeya YPG û PKKê li Sûriyeyê bê çarekirin
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê re tevlî konferanseke rojnamevanî ya hevpar bû û pê re behsa rewşa Sûriyeyê ya nû û komên çekdar li wî welatî kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Yekşem, 02.02.2025) di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de bi Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdirehman re behsa qonaxa nû ya Sûriyeyê kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragehand, “Divê ewlehiya tevaya Sûriyeyê bê dabînkirin, herwesa divê komên çekdar tevlî artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê bên kirin. Em çavdêriya pêngavên îdareya nû ya Sûriyeyê li beranberî YPG û PKKê jî dikin.”
Hakan Fîdan eşkere jî kir, “Niha danûstandinên îdareya nû ya Sûriyeyê bi YPGê re berdewam in, em hêvîdar in bê xwînrêtin ew arêşe bê çarekirin. Em wekî Tirkiye rêyê nadin teror li Sûriyeyê berdewam bibe.”
Navbirî amaje jî da, “Min bi hevkûfê xwe yê Qeterî re behsa wê yekê kir ku, divê çi ji bo rewşa lezgîn a Sûriyeyê bê kirin. Herwesa got, “Divê piroseya siyasî ji niha û pê de bi awayekî tevgir û demokratîk bê birêvebirin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Çareyeke navdewletî ji bo arêşeyên helawîstî yên Sûriyeyê di vê qonaxê de pêdivî ye, em bi Hikûmeta Sûriyeyê ya nû re di peywendiyeke nêzîk de ne.” Herwesa got, “Ragehandina Serokê demkî pêşhateke giring e.”
K24