Sûdanî: Divê Hewlêr û Bexda bi lez biryara nû ya budceyê bi cih bînin
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Îraqê xwest “bi lez" dest bi bicihkirina biryara yasayê nû ya budceyê bikin.
Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku dengdana li ser guherandina yasaya budceyê ku li parlamentoyê hat pesendkirin nîşaneya aramiya siyasî û lihevtêgihiştinê ye.
Serokwezîriya Îraqê li ser pesendkirina yasaya budceya Îraqê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê ya Federal dixwaze ku "bi lez" dest bi bicihkirina wê biryarê bikin.
Serokwezîrê Îraqê Sûdanî got:
"Bila ev çavkanî bibe hokarek ji bo piştgiriya aramiyê û hander ji bo bicîhanîna plan û bernameyên zêdetir ku pêdiviyên gelê Îraqê dabîn dikin."
Mihemed Şiya Sûdanî ji bo pesendkirina vê biryarê spasiya Parlamentoyê Îraqê jî kir û da zanîn ku ev gaveke girîng e nîşana hevkariya bilind a di navbera hikûmet û parlamentoyê de ye.
Parlamentoya Îraqê îro guherînên di yasayê de pejirand û rê li ber dubare hinartina petrola Herêma Kurdistanê vekir.
Rudaw