Dahata pirtûkên Serok Barzanî ji bo zarokên sêwî tê bexşandin
Bi fermana Serok Mesûd Barzanî, dahata her du pirtûkên (Ji bo Dîrokê) û (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) dê ji bo zarokên sêwî bê dayîn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, her du pirtûkên Serok Mesûd Barzanî (Ji bo Dîrokê) û (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) niha di pirtûkxaneyên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê de hene û li ber destê xwendekaran in.
Mûsa Ehmed aşkere kir, dahata wan her du pirtûkan bê cudahî dê ji bo zarokên sêwî yên Herêma Kurdistanê bên dayîn.
Ew her du pirtûk bi Erebî, Îngilîzî, Fransî, Farisî, Tirkî û gelek zimanên din hatine wergerandin.
Serok Barzanî di her du pirtûkên xwe de, bi berfirehî behsa tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, rûxandina rejîma Beis, bûyerên piştî sala 2003an, nivîsandina destûra nû ya Iraqê, hatina rêxistina terorîst a DAIŞê, binpêkirina mafên gelê Kurdistanê li Iraqa nû kir.
Ji bilî nivîs û vegotinên Serok Barzanî, di nava wan her du pirtûkan de çendîn wêne û belge hene ku kar û çalakiyên Serok Barzanî, çalakî û biryarên Serok Barzanî nîşan didin.
K24