Ehmed Şera: Siûdiyeyê dê rolekî giring di vejandina Sûriyeyê de hebe
Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz bi Şazadeyê Siûdiyeyê re civiya û got, “Ez spasiya Siûdiyeyê dikim.” Herwesa got, “Siûdiyeyê hezeke cidî ji bo avakirina paşeroja Sûriyeyê heye.”
Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera îro (Yekşem, 02.02.2025) serdana Siûdiyeyê kir û ji aliyê Şazadeyê Siûdiyeyê Mihemed Bin Selman ve pêşwaziya wî hat kirin.
Piştî nemana Rijêma Esed û hatina wî bo ser desthilatê û destpêkirina karî wekî Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz, ev serdana yekê ya Ehmed Şera ji bo derveyê Sûriyeyê ye û westgeha yekê jî Siûdiye bû.
Ajansa Sûriyeyê ya nûçeyan parve kiriye, “Pilana berqerarkirina ewlehî û seqamgiriyê li Sûriyeyê, asoya peywendiyên navbera Şamê û paytextên din ên welatên Erebî û bizavên rakirina sizayên li ser Sûriyeyê sepandî mijarên tewerê serekî yê danûstandinên Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz û Şazadeyê Siûdiyeyê û berpirsên din ên bilind ên Siûdiyeyê bûn.
Herwesa Siûdiyeyê amadebaşiya xwe jî ji bo piştevanîkirina vejandina Sûriyeyê diyar kir.
Serdanên desthilatdarên nû yên Sûriyeyê ji bo welatan û bi awayekî diyarkirî ji bo welatên kendavî berdewam in û çavê wan li wê yekê ye ku welatên kendavî tevlî vejandina welatê wan bibin. Pêştir jî Ehmed Şera ragehandibû, Siûdiyeyê dê rolekî giring hebe û derfetên giring ji bo weberhênanê hene.”
Herwesa Wezîrê Derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan di meha borî de di çarçoveya serdana xwe de got, “Danûstandin bi Amerîkayê û welatên Yekîtiya Ewropayê re ji bo rakirina sizayan ji ser Sûriyeyê berdewam in û peyamên erênî hatine wergirtin.”
K24