• Monday, 03 February 2025
logo

Îran: Hajekên me digehêjin tevahiya cîhanê

Gulan Media February 3, 2025 Nûçe
Îran: Hajekên me digehêjin tevahiya cîhanê

Beriya du rojan Îran navendeke din ya hajekî eşkere kiribû.

Du rojan piştî eşkere kirina navendeke nû ya hajekî ya Îranê, Cîgirê Fermandarê giştî yê spaha Pasdaran Mihemed Reza Neqidî di daxuyaniyekê de ji çapemeniya welatê xwe re ragihandiye ku, Îran di warê çê kirina hajekan de teknolojiyeke gelek nû û pêşkeftî bikar aniye.

Mihemed Neqidî herwiha eşkere kiriye ku, hajekên nû yên Îranê dikarin li her derê vê cîhanê li armancên xwe bidin û hajekên nû yên Îranê digehêjin dûrtirîn cîh li ser erdê.

Weke tê zanîn beriya du rojan spaha Pasdaran ya Îranê dêmeneke nû belav kiribû û ragihandibû ku, ev navenda nû ya hajekan beşeke ji bernameya hajekî ya nihênî ya Îranê ku, dikare li ser vê cîhanê her cîhekê bikin hedef.

 

Rudaw

Top