Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Bazirganiyê yê Siûdiyeyê re civiya
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Siûdiyeyê re dicive.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 22.01.2025) li Davosê bi Wezîrê Bazirganiyê yê Siûdiyeyê Macid Qesebî re civiya.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hvdîtinê dev tekez li ser pêdivîtiya bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyeyê xasma di warê bazirganî û weberhênanê de hat kirin.
K24