Mesrûr Barzanî bi Welîehdê Urdinê re civiya
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.01.2025, li Davosê bi Welîehdê Urdinê El-Husên Bin Ebdullah re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Welîehdê Urdinê amaje bi pêwendiyên dostane yên dûr û dirêj ên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û amadehiya welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî di hemû waran de nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Urdin û Şah Ebdullah kir ku di qonaxên cuda de, bi berdewamî piştevaniya Herêma Kurdistanê kirine.
Di beşeke din a hevdîtinê de, guhertin û pêşhatên rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina aştî, aramî û mafên hemû pêkhateyên welat hat kirin.
Basnews