• Friday, 24 January 2025
logo

Li Kerkûkê 350 hezar donim erd ji Kurd û Tirkmenan re tê vegerandin

Gulan Media January 23, 2025 Nûçe
Li Kerkûkê 350 hezar donim erd ji Kurd û Tirkmenan re tê vegerandin

 Pesendkirina yasayekê ji bo hilweşandina biryarên serkirdayetiya Beis a ji bo desteserkirina zeviyên çandiniyê yên cotkarên Kurd, tenê pirsgirêkên %35 ji welatiyên Kurd çareser dike.

Li gor agahiyên K24ê, duh li parlamentoya Iraqê projeyasaya betalkirina biryarên serkirdatiya Beisê û vegerandina milkên dagîrkirî bo xwediyên wan ên resen hat pesendkirin, li gorî wê jî 350 hezar donim erd ji xwediyên wan re tên vegerandin.

Ji bilî wan 350 hezar donim, hîn mîlyon donimên din ji zeviyên çandiniyê yên ku li parêzgeha Kerkûkê ku %65 ji erdên dagîrkirî yên welatiyên Kurd û Tirkmen ên parêzgeha Kerkûkê ne, heta niha bê çare mane.

Di vê derbarê de, Serok Barzanî duh 21ê Çile li ser civîna Parlamentoya Îraqê û dengdana bi projeyasaya vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen li deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, peyamek li ser hisaba xwe ya tora civakî ya “X” parve kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Biryara Encûmena Nûnerên Îraqê diselimîne ku, eger dadî berdewam be avedanker e, eger zilm berdewam be wêranker e.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdullah jî ragehand, “Piştî 50 salan ji dagirkirinê û 20 salan ji nemana Rijêma Beis, deng li ser pirojeqanûna vegerandina erd û zeviyan ji bo xwediyên wan ên resen hat dan.”

 

Rudaw

Top