• Friday, 24 January 2025
logo

Li otela ku 79 kes lê mirin qehremaniya ciwanên Kurd: Gelek kes rizgar kirin

Gulan Media January 23, 2025 Nûçe
Li otela ku 79 kes lê mirin qehremaniya ciwanên Kurd: Gelek kes rizgar kirin

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li otela 79 kes lê mirin ciwanên Kurdku gelek kesên li otelê rizgar kirin wekî qehreman hatin îlankirin

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê  21ê Kanûna Paşîn a 2025an berdestî sibehê derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ketibû

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê lêpirsîna şewata otela ku 79 kes tê de mirine berdewam dike.

Li gorî agahiyan, hîn rapora destpêkê ya şewatê nehatiye belavkirin û sedema şewitîna otelê jî nayê zanîn.

Di dema şewatê de li Otela Grand Kartalê 238 kes hebûne û hinek ji wan ji aliyê ciwanên Kurd ên li otelên derdorê kar dikin hatine rizgarkirin.

"Hinek kesan zarokên xwe diavêtin"

Karmendên otelê Welîd Acar got, "Saet derdora 3 û nîvê şevê bû em razayî bûn, em bi dengê hawara xelkê şiyar bûn.

Em çûne ber derê otelê, hinek kesan zarokên xwe diavêtin. Dengê zarokan ji guhê me naçe. Heta ez sax bim ew dengê zarokan ji guhê min dernakeve."

Ciwanên Kurd bûn qehreman

Li herêma ku Otela Grand Kartal lê şewitî bi giştî 5 otel hene û piraniya karmendên wan otelan jî ciwanên Kurd in.

Ciwanên Kurd beriya tîmên agirvemirandinê gihiştin nava otelê û gelek kes rizgar kirin.

Medyaya Tirkiyeyê behsa hewldanên wan kir û ew wekî qehreman bi nav kirin.

Karmendê otelê Oran Bey wiha got, "Hevalên me yên Kurd tên û li van deran dixebitin.

Li wan otel û restorantan wekî garson dixebitin. Du roj in ku ciwanên Kurd li vir ji ber şewatê kar dikin, Xwedê ji wan razî be."

"Ciwanên me yên Kurd gelek jin û zarok rizgar kirin"

Karmendê Otelê Mutlu Geçer wiha anî ziman, "Gelek ciwanên me yên Kurd li vir hene û wan gelek kar kirine û gelek jin û zarok rizgar kirine.

Helal be ji ciwanên me re hema hatin vir û gelek alikariya xelkê kirin. Ciwanên me yên Mêrdin û Şirnexê gelek li vir dixebitin."

11kes hatin binçavkirin

Piştî şewata otela Grand Kartalê ya Kartakyakaya Boluyê, hem Wezareta Karên Navxwe û hem jî Serdozgeriyê lêpirsîneke berfireh dane destpêkirin.

Heta niha xwediyê otelê jî di nav de 11 kes hatine binçavkirin.

 

Rudaw

Top