Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Îmarata Erebî re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û hevahengiyê dikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Çile li Ebû Dhabî bi Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan re civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
Da zanîn jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de û pêşxistina hevkarî û hevahengiya dualî di warên cuda cuda de hat kirin.
Ji aliyê din ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di postekê li ser tora civakî “X” de, dilxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serokê Îmaratê re nîşan da.
K24