• Wednesday, 22 January 2025
logo

Mesrûr Barzanî li gel Qiralê Urdinê civiya

Gulan Media January 20, 2025 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Qiralê Urdinê civiya

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şahê Qiraliyeta Urdinê danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdinê û Herêma Kurdistanê û derfetên berifehkirinê di warên cuda cuda de kirin, herwesa Şahê Urdinê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Barzanî diyar kirin.

Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19.01.2025, ragehand, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gehişt Emana paytexta Qiraliyeta Urdinê û bi Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê re civiya.”

Ofîsê ragehandiye ku di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Qiralê Urdinê de danûstandin li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Urdin û Herêma Kurdistanê û derfetên berfirehkirinê di warên cuda cuda de hatin kirin, herwesa Şahê Şanişîna Urdinê Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê silav û rêz û hurmetên xwe ji bo cenabê Serok Mesûd Barzanî diyar kirin.”

Di wê ragehandinê de amaje jî hatiye dan, “Her du aliyan tekez li ser mukomkirina peywendiyên dostane yên Urdinê bi Herêma Kurdistanê û Îraqê re di hemî waran de kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bizavên Qiraliyeta Haşimî ya Urdinê bi rêberîtiya Rêzdar Şah Ebdilayê Duyê ji bo bicihanîna aştî û seqamgiriyê li Rojhilata Navîn bilind nirxandin.

Li ser rewşa Sûriyeyê jî di wê ragehandinê de hatiye, “Her du aliyan tekez kiriye ku ewlehî û seqamgiriya Sûriyeyê ji bo seqamgiriya deverê gelek giring e, herwesa tekez li ser giringiya berdewambûna lihevkirina agirbestê li kertê Xezzeyê û peydakirina aştiyeke tevgir li seranserî deverê hat kirin.”

 

Basnews

Top