• Wednesday, 15 January 2025
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îraq xwe amade dike ku petrol û gazê ji xwe re bibe

Gulan Media January 13, 2025 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îraq xwe amade dike ku petrol û gazê ji xwe re bibe

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Îraq xwe amade dike ku petrol û gaza herêmên Madeya 140î ji xwe re bibe.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand divê li gorî Madeya 140î ya destûra Îraqê li Kerkûk û deverên nakok pêvajoya referandûmê bê kirin lê  hikûmeta Îraqê niha amadehiyê dike ku bi awayekî yekalî petrol û gaza van deveran bibe.

“Divê li Kerkûk û deverên nakok referandûm bê kirin”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro berê sibehê daxuyaniyeke lezgîn belav kir û got:

"Li gorî Madeya 140î ya Destûra Federal a Îraqê ya sala 2005an, divê li Kerkûk û deverên nakok pêvajoya referandûmê bê kirin.

Hikûmeta federal hatiye pabendkirin ku beriya 31ê Kanûna Pêşîn a 2007an wê pêvajoyê bi cih bîne.

Çi beriya wê dîrokê û çi jî di van 20 salên borî de, hemû hikûmetên Îraqê li dû hev di pêkanîna pêvajoya referandûmê de bi tevahî têk çûn."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îraqê amaje pê kir ku Îraq dixwaze dest deyne ser gaz û petrolê û got:

"Niha hikûmeta Îraqê amadehiyê dike ku bi awayekî yekalî petrol û gaza van deveran ji xwe re bibe lê xelkê Kurdistanê di çarçoveya Madeya 140î de daxwaza rewa ya van deveran dike.

Destûra Îraqê ya sala 2005an li gorî her du madeyên 110 û 115an mafê rewa û yekalî dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku kêlgehên nûdîtî yên petrol û gazê îdare bike.

Her wiha madeya 112an amaje pê dike ku hikûmeta federal û hikûmeta herêmê kêlgehên neft û gazê yên berê yên wekî ku li Kerkûk û derdora wê hene bi hevbeşî îdare bikin.

Her wiha Bexda hatiye pabendkirin ku li gel herêmê derbarê dabeşkirina dahata wan kêlgehan ku berê hatine dîtin li hev bike."

“Hikûmeta herêmê her amade bûye”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de behsa berpirsyariyên Bexdayê jî kir û got:

"Hikûmeta herêmê her amade bûye ku beşdarî van lihevkirinan bibe lê hikûmeta federal bi berdewamî xwe ji berpirsyariyên xwe yên destûrî dûr xistiye.

Niha hikûmeta federal hewl dide ku peymanên petrol û gazê îmze bike bêyî ku madeyên destûrê bi giştî û bi taybetî her du madeyên 140 û 112an li ber çavan bigire.

Hikûmeta herêmê wekî mafê xwe yê destûrî dibîne ku bi hemû rêkarên cuda yên ku pêkan bi mafên xwe yên destûrî biparêze û ji bo parastina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û Kerkûkê li ser bicihkirina yasayan bixebite.”

 

Rudaw

Top