Aydin Merûf: Eger em li Kurdistanê yekgirtî bin, Bexda nikare bi pariyê gelê me bilîze
Endamekî Mekteb Siyasî ya Eniya Tirmenî ku bo karûbarê Pêkhateyan Wezîrê herêmêye jî, ji BasNewsê re ragehand: “Ev cîna Serok Wezîr ku li gel Partiyan dîrokî bûn, ya girîng bû, tekezî li wê kiriye ku bi tîmekî biçin Bexdayê û ev jî bandoreke erênî li ser li hev nêzîkbûna aliyan, ev belgeye li ser wê ku niyeta Serok Wezîr ewe ku piştevaniya helwesta yekgirtina Kurdistanê bike li Bexda û roleke wê ya girîng hebû ji bo wê ku çi li hember wê xedra li Kurdistanê tê kirin, bê kirin.”
Herwaha got, “Gotinên Mesrûr Barzanî cîhê baweriyê bûn bo aliyan û xedrek heye ku li fermanberên Kurdistanê tê kirin, ji bo vê mebestê dike ku helwest bê wergirtin, ev civîn hat kirin û eger em bi yekgirtî bin li Bexdayê, ti çaxan nikarin xedrê li me bê kirin, yekgirtibûn wiha dike ku Kurdistan bi hêz be û ger em yekgirtî bin, Bexda nikare bi çarenivîs û pariyê xelkê me bilîze.”
Basnews