• Saturday, 04 January 2025
logo

Yekemîn kurdê geheştibû ser Çiyayê Hîmalaya û Ala Kurdistanê lê bilind kiribû

Gulan Media December 29, 2024 Corane
Yekemîn kurdê geheştibû ser Çiyayê Hîmalaya û Ala Kurdistanê lê bilind kiribû

Sala 1988ê yekem kurdê ku karî bigehe ser Çiyayê Hîmalaya û Ala Kurdistanê lê bilind bike, ciwanekî bajarê Silêmaniyê bû ku navê wî Dr. Teha bû û wek Dr. Nebez dihate naskirin. Ew ciwan kurê kesekî navdar ê bajarê Silêmaniyê, xwedê jê razî Seyîd Xefûr Mela Elî Melkendî bû.

Dr. Nebez an jî Dr. Teha sala 1952yê li taxa Melkendî ya Silêmaniyê ji dayîk bûye û li Zanîngeha Silêmaniyê – Koleja Zanist beşa zîndizanî temam kiriye.

Sala 1977ê çûye Brîtanya û li wê derê bawernameya master û doktora bidest aniye.

Sala 1979ê bûye endamê klûbeke çiyakêşî ya Glaskow a bi navê Kluba Lomond a çiyakêşiyê.

Sala 1988ê li gel hin ji endamên wê klubê wek yekem kurd di dîrokê de çûye ser zincîre çiyayên Hîmalaya û li wê derê ew Ala naha ya Kurdistanê bilindkir.

Mixabin di sala 1993yê de di encama bûyerekî nexêrê de li Çiyayê Ben Neves a Skotlandayê jiyana xwe ji dest da.

 

Basnews

Top