Li Almanyayê otomobîlekî da nav bazarekî Noelê û gelek kes mirin û hejmarek kes jî birîndar bûn
Otomobîlekî da nav bazara Cejna Noelê ya li bajarê Mandeburg a Almanyayê û gelek kes dan ber xwe. Hat ragehandin ajokarê wê wesayîtê ji aliyê polîs ve hatiye girtin. Li gor çavkaniyên nûçeyan 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 60 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Hikûmeta eyaleta Sakson – Anhalt Matias Shop ragehand: ‘’Desthilatdarên Almanyayê bûyera li bazara Cejna Noelê ya li bajarê Mandeburgê wek êrîşekî bi guman danûstanê li gel dikin.’’Herwaha diyar kir: ‘’Dibe ku ew êrîşek be.’’
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî di tora xwe ya civakî X de ragehand: ‘’Bûyera li bazara Cejna Noelê tirseke mezin ava dike.
basnews