• Sunday, 22 December 2024
logo

Mezlûm Ebdî: Çekdarên ku xelkê Sûriyeyê nînin ji welêt derdikevin

Gulan Media December 21, 2024 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Çekdarên ku xelkê Sûriyeyê nînin ji welêt derdikevin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez dike, ew çekdarên ne xelkê Sûriyeyê ne ji welêt derdikevin, di demekê de ku agirbest bi Tirkiyeyê re bê kirin, herwesa pêşniyara radestkirina Kobanê ji bo hêzên ewlehiya navxwe bi serperiştiya Amerîkayê dike.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji ajansa Reutersê re ragehand, “Eger agirbest bi Tirkiyeyê re li bakurê Sûriyeyê bê bicihanîn, ew çekdarên Kurd ên ku ji seranserî Rojhilata Navîn ji bo piştevanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine Sûriyeyê diçin derveyî welêt.”

Ji 09.12.2024ê ve ku desthilata Esed li Sûriyeyê nema, şer û alozî zêde bûne. Tirkiye û komên çekdar ên Sûriyeyê li roja 09.12.2024ê bajarê Minbicê ji destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derxist.

Ev cara yekê ye Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî tekezê li ser wê yekê dike ku çekdarên Kurd, di nav de jî çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ji bo piştevanîkirina hêzên wan di şerê Sûriyeyê de hatine Sûriyeyê, tevî ku Tirkiye û Amerîka û welatên din PKKê wekî komeke terorsitî dibînin.

Vekêşana çekdarên Kurd ên Sûriyeyê yek ji daxwaziyên serekî yên Tirkiyeyê ye ku, komên çekdar ên Kurdên Sûriyeyê wekî gef li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne, lewma piştgiriya operasyonên serbazî yên nû li dijî wan çekdarên Kurd li bakurê rojhilata Sûriyeyê dike.

 

K24

Top