Milîsên Hizbulaha Iraqê: Êrîşên me yên li dij Îsraîlê qurbaniyên wê çi dibe bila bibe dê berdewam bikin
Milîsên Hizbulaha Iraqê piştî agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê de daxuyaniyek belav kirin û teqez kirin ku ‘’Ragirtina şer û agirbesta navbera Îsraîl û Lubnanê, eger ne bi berxwedana Hizbulahê û astengbûna li pêş Îsraîlê neba, ew armanc pêknedihatin.’’
Herwaha milîsên Hizbulaha Iraqê dibêjin Amerîka hevbeşê Îsraîlê ye di hemû kiryaran de û ‘’Kuştin û hilweşandin û koçberkirinê de ew hevbeşê yek in û divê baca wî karî bidin. Êdî naha be yan piştre be!’’
Li gor heman daxuyaniyê: ‘’Qutbûna aliyekî ji eniya ‘’Berxwedanê’’ bandorê li ser yekrêziya qadê nake, herwaha dê aliyên din ên nû bên nav wî şerî ji bo bihêzkirina çeperên şer li hember dijminên me.’’
Hizbulaha Iraqê dibêje: ‘’Em helwêstê xwe di pirsa Filîstînê de teqez dikin ku ew cîheke ji bo em xwîna xwe lê birjînin, wek çawa me li Lubnanê rêjand. Em wek Hizbulah xelkê xwe li Xezeyê bicîh nahêlin, qurbaniyên ji bo wê çi dibe bila bibe, em guh nadin gefxwarinên dijminan û xedir û tewanên wan em guhdar nakin.’’
Basnews