Pêvajoya serjimêriyê hat dirêjkirin
Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Îraqê biryar da ku li wan parêzgehên ku pêvajoya serjimêriyê bi dawî nebûye qedexeya çûnûhatinê were dirêjkirin.
Îşev komîsyonê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de da zanîn ku pêvajoya serjimêriyê heta şeva înê saet 00:00an berdewam dike.
Li gorî biryara berê ya Komîsyona Bilind a Serjimêriya Îraqê serjimêrî dê di rojên 20 û 21ê Çiriya Paşîn de bihata kirin.
Komîsyonê îşev ji welatiyên ku tîmên serjimêriyê neçûne malên wan xwest ku li malên xwe bimînin.
Li gorî zanyariyan heta niha tîmên serjimêriyê neçûne malên gelek welatiyan.
Komîsyonê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku qedexeya çûnûhatinê dê li nava sînorên îdarî yên hemû parêzgehan were rakirin.
Li gorî gotina Komîsyonê qedexeya çûnûhatina welatiyan û wesayîtan a di navbera parêzgehan de dê berdewam bike.
Piştî 37 salan cara yekem, serjimêriya giştî li Îraq û Herêma Kurdistanê tê kirin.
Rudaw