Raporteke Amerîkayî: Kêmaniyên Îraqê tirs ji serhejmêriyê heye
Ajanseke Amerîkayî amajeyê bi wê yekê dide ku, serhejmêriya şêniyên Îraqê dibe sedema kêmbûna hejmon û bandora siyasî û feydeyê aborî ji bo kêmaniyan.
Ajansa Associated Pressê ya Amerîkayî di raportekê de amaje da, “Kêmaniyên Îraqê tirs ji serhejmêriyê heye, ku bibe sedema kêmbûna hejmon û bandora siyasî ya wan û feydeyê aborî di berjewendiya wan de nebe.”
Associated Pressê amaje jî daye, “Ew tirsa kêmaniyan di demekê de ye ku, parvekirina desthilatê li Îraqê li ser bingeha taîfî ye.”
Çavkaniya navbirî ron jî kir, “Hûrbîniyeke zêde û giran di piroseya serhejmêriyê de li Kerkûk, Neynawa û Diyalayê hatiye kirin.”
Piroseya serhejmêriya şêniyan li Îraq û Herêma Kurdistanê seet 07:00 ê sibeha duhî (Çarşem, 20.11.2024) dest pê kir û heta seet 12:00 ê îşev (Pêncşem, 21.11.2024) berdewam dibe.