• Friday, 22 November 2024
logo

Rêkxistina Kerkûk-Germiyanê ya PDKê: Me wekî Kerkûk ezmûneke nû pêşkêşî gelê Kurdistanê kir

Gulan Media November 22, 2024 Nûçe
Rêkxistina Kerkûk-Germiyanê ya PDKê: Me wekî Kerkûk ezmûneke nû pêşkêşî gelê Kurdistanê kir

Piştî temambûna piroseya serhejmêriya şêniyan li parêzgeha Kerkûkê, Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de spasiya tevlîbûna Kurdan di piroseya serhejmêriyê de dike. Herwesa dibêje, “Me wekî Kerkûk ezmûneke nû pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.”

Piştî temambûna piroseya serhejmêriya şêniyan li parêzgeha Kerkûkê, Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Parêzgeha Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hîwa Ehmed Mistefa îro (Pêncşem, 21.11.2024) spasiya tevlîbûna Kurdên Kerkûkê di di piroseya serhejmêriyê de kir û got, “Me wekî Kerkûk ezmûneke nû pêşkêşî gelê Kurdistanê kir.”

Ev jî tekista peyama wê ye:

Cemawerê bişeref û Kurdperwer û welatper ê bajarê Kerkûkê û derdora wê, em silavên germ pêşkêşî we dikin ji ber tevlîbûna we di serhejmêriya Îraqê de. Bi vegeriyana xwe ji bo Kerkûkê û deverên arêşe li ser û bi tomarkirina navên xwe, we dilsoziya xwe ji bo welatî, ji bo neteweya me û xwîna şehîdên rêya rizgarîxwaziya Kurdistanê selimand.

Nehêlana alozî û pirt û belaviyê li Kerkûkê ew armanc bû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê di mêvandarî û pêşengiya partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Kerkûkê de, bi gotareke siyasî û beyannameyeke hevpar me soz da em hem bi hev re wekî yek tîm, dest li nav destan bizavê bikin, welatiyên Kurd ên resen ên wî bajarî û derdora wî pal bidin û rêya wan xweş bikin ku vegerin Kerkûkê û cihên xwe û li wê derê navên xwe tomar bikin, ku ew jî ji bo paşeroja Kurdan li wî bajarî karekî stratejî yê mezin bû.

Me wekî Kerkûk ezmûneke nû pêşkêşî gelê Kurdistanê kir, ku ew jî yek ji gotarên siyasî yên hevgirtî yên navbera hemî partiyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê bû.

Tiştê giring derbazkirina alozî û girêyên derûnî ye, ku xweparêzî ye ji cudabûn û belavbûnê. Vê ezmûnê ew yek selimand ku em dikarin bigehin armancên mezin, lê bi şertekî ku em yekrêz û teba û rastgo bin. Giring e ku tebayî û yekrêzî berdewam bin, li ser astên cuda cuda yên siyasî û rewşenbîrî û hunerî û hemereng, ji ber ku şert nîne ev rewşa siyasî ya Îraqê di astekî de bimîne ku wekî ji bo serhejmêriyê dest da berdewam be, lewma pêdivî ye em hemî bi hev re bin.

Em gelek soasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, xasma jî Serokê Hikûmetê û dezgehên peywendîdar ku ji bo biserxistina pilana vegeriyana Kurdên me ji bo Kerkûkê û cihên din ên di çarçoveya madeya 140ê de gelek alîkar bûn, tevî ku em piştrast in rêjeyeke zêde ji Kurdên Kerkûkê û derdora wê ji ber sedemên cuda cuda nekarî ji bo tomarkirina  navên xwe vegerin cihên xwe yên resen, çi li Herêma Kurdistanê bûbin an li bajarên din ên Îraqê an jî li derveyê welatî.

Em rêz û spasiyên xwe arasteyî hevalên xwe li Civata Nûnerên Îraqê û wezaretên din ên Îraqê û firaksiyonên Kurdistanî dikin ku, bi hev re li ser deng û sengên Kurdan kar kir ji bo xwetomarkirinê mil bi milê pêkhateyên din ên resen ên wî bajarî.

Li dawiyê jî, em wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê canê tebayî û yekrêziyê yê navbera pêkhateyên resen ên wî bajarî û derdora wî bi Kurd û Ereb û Tirkmen û Kiristiyan ve pêdivî û giring dibînin, em herdem dixwazin pêkve xizmeta ax û xelkê Kurdistanê û şêniyên Kerkûkê û derdora wê bikin.

Spas ji bo hemî wan kesên ku alîkariya xelkî kir û welatiyên xwe li cih û rêyên resen ên bajarî û cihên din hewandin.

Spas ji bo hemî mêvanxane û cihên giştî ku amade bûn alîkariya xûşk û birayên xwe bikin.

Em spasiya yekîneyên îdarî yên taybetmend ên bajarî û tîmên serhejmêriyê û bazgehan û dezgehên peywendîdar dikin ku, di birêveçûna wê piroseyê de alîkar bûn.

Bijî Kurd

Bijî Kurdistan

Bijî yekrêzî û pêkvejiyana hevpar ji bo neteweyên resen ên Kerkûkê.

 

K24

Top