• Wednesday, 27 November 2024
logo

PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ - 4 şertên Ozel çi ne?

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ - 4 şertên Ozel çi ne?

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel 4 şertên partiya xwe yên ji bo “pêvajoya çareseriyê” eşkere kirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê demên dawiyê qeyûman datîne ser şaredariyên DEM Partiyê û cezayên girtîgehê dide siyasetmedarên Kurd.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî hema bêje her roj gefan dixwe ku ew dê êrişî Rojavayê Kurdistanê bikin.

Lê li aliyekî jî qala “pêvajoya çareseriyê” tê kirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel doh li “Saziya Xaziyan” li ser pêvajoya çareseriyê axivî.

Ozgur Ozel amaje pê kir ku wan ji bo pêvajoyê 4 şert destnîşan kirine û şertên wan ev in:

“- Divê navend parlamento be.

- Divê pêvajo zelal û eşkere be.

- Divê niyeta baş hebe û ji dil be.

- Divê lihevkirineke neteweyî hebe.”

“Divê malbatên şehîd û xaziyan razî bin”

Ozel amaje pê kir ku kes naxwaze termên kuştiyan werin û şertekî wî yê pêncemîn jî heye û li pey çû:

“Eger lihevkirineke civakî hebe divê em rûnin û biaxivin.

Eger em biaxivin divê malbatên şehîd û xaziyan werin civîna ewil û nêrînên xwe bînin zimên.

Divê beşdarî civîna dawiyê jî bibin û bibêjin bê ma ew razî ne yan na.

Em dê vê pavajoyê bêyî ku em kesî biêşînin bidomînin.

Eger hinek kes girîngiyê pê nedin em tevlî tiştekî wiha nabin.”

 

Rudaw

Top