• Thursday, 21 November 2024
logo

Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî rêgirî li serjimêriya kurdên gundekî kurdan kirin

Gulan Media November 21, 2024 Nûçe
Artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî rêgirî li serjimêriya kurdên gundekî kurdan kirin

Beşek ji çapemeniya bajarê Silêmaniyê ragehand, duh 20.11.2024ê li gundekî kurdan, artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî rêgirî li malbatên kurdan kirin ku beşdarî li serjimêriyê nekin.

Li gor heman çapemeniya Silêmaniyê ragehandiya; Li gundê Tepeçermî yê li sînorê nahyeya Gulale, 38 malbatên kurdan ên gund ji serjimêriyê hatine bêbeş kirin û rê ji wan re nehatiye dayîn.

Encûmena gund jî ragehandiye: ‘’Di roja serjimêriya giştî ya rûniştvanan de, 38 malbatên kurdan ên rûniştvanên gundê Tepeçermû li sînorê Şêxbawe ya nahyeya Gulale wegeryane, lê artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî hatine nav gund û malbatên kurdan derxistine û nehiştine tîmên serjimêriyê navê wan malbatên kurdan li gund tomar bikin.

Herwaha hat ragehandin, malbatên kurdan bi zorê hêz û naçarkirinê ji gund hatine derxistin û li vê navçeyê hatine dûrxistin, ku nikaribin di demekî din de bên serjimêrî kirin.

 

Basnews

Top