Şaxewan Ebdula: Îro me nasnameya Kerkûkîbûna xwe nû kir
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê li bajarê Kerkûkê beşdarî proseya encamdana serjimêriya rûniştvanan kir û Kerkûkîbûna xwe teqez kir.
Roja 20.11.2024ê Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula di tora xwe ya taybet a civakî facebookê de çend wêneyek belav kir û ragehand: ‘’Îro serê sibehê me nasnameya Kerkûkîbûnê ya xwe nû kir.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Derveyî tomarkirina malbatên xwe li gel tîma serjimêriyê me behsa çawaniya rêveçûna proseyê kir û ji bo her astengekî li gel amarên Kerkûk û Bexdayê em li ser xetê ne.’’
Basnews