• Thursday, 21 November 2024
logo

Şaxewan Ebdila: Arêşeyên teknîkî yên piroseya serhejmêriyê hatin çarekirin

Gulan Media November 20, 2024 Nûçe
Şaxewan Ebdila: Arêşeyên teknîkî yên piroseya serhejmêriyê hatin çarekirin

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Arêşeyên teknîkî yên piroseya serhejmêriyê hatin çarekirin û her arêşeyeke li westgehan hebe jî, her bi wî awayî tê çarekirin.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila duhî (Sêşem, 19.11.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Hin kes wesa difikirîn ku ew kesên hatine Kerkûkê xelkê wî bajarî nînin, lê wesa nîne. Ew kesên hatine wê parêzgehê xelkê Kerkûkê ne, lê şêniyên Herma Kurdistanê ne.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Arêşeyên teknîkî yên piroseya serhejmêriyê hatin çarekirin û her arêşeyeke li westgehan hebe jî, her bi wî awayî tê çarekirin.” Herwesa got, “Serhejmêriya sala 1959ê wekî bingeh tê wergirtin.”

Biryar e îro û sibe serhejmêriya giştî li Îraqê, Herêma Kurdistanê û deverên veqetiyayî bê kirin.

Li dû pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.

 

K24

Top