• Saturday, 16 November 2024
logo

Vladîmîr Pûtîn hunermendeke Kurd xelat dike

Gulan Media November 9, 2024 Hunerî
Vladîmîr Pûtîn hunermendeke Kurd xelat dike

Stranbêja Kurd a Rûsî Zara Paşa Mihoyî li salona merasîma Yekatrina ya Kremlînê, bi “Madalyaya Dostaniyê” ya Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, hat xelatkirin.

Hunermend Zara derbarê xelatê de ji K24ê re diyar kir, xelat bi destê Alîkarê Serokê Ofîsa Serokomariya Rûsyayê Sergey Krienke jê re hatiye pêşkêşkirin.

Zara ji ber vê xelatê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiya Serokomarê Rûsyayê kir ku kar û çalakiyên wê yên hunerî bilind dinirxîne.

Zara dibêje: “Muzîk ji bo min xwedî zimanekî gerdûnî ye, ti sînor û neteweyan nas nake. Çalakiyên min wê her tim di xizmeta yekîtiya gelan de bin. ”

Di 27ê Berçileya 2017an de jî, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di merasîmekê de li Koşka Kremlînê, navê hunermenda herî navdar a Federasyona Rûsyayê dabû Zara.

Di 4ê Nîsana 2019an de, Vladîmîr Pûtîn cara duyemîn Madalyaya Rûmetê ya Pileya Duyem pêşkêşî Zara Mihoyî.

Duh cara sêyemîn bû ku xelat û madalyaya Vladîmîr Pûtîn ji bo Zara Mihoyî hat dayîn.

Zara Paşa Mihoyî tekane hunermenda kurd e ku li Rûsyayê xelatên wiha wergirtiye.

Zara bi zêdetirî 10 zimanan stranan dibêje û li çaraliyê cîhanê hezkiriyên wê hene.

 

K24

Top