Balyoza Holandayê: Em dixwazin Îraq wekî Herêma Kurdistanê berhemên xwe hinarde bike
Balyoza Holandayê li Îraqê dibêje, “Em dixwazin Îraq wekî Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên çandinê hinarde bike.”
Balyoza Holandayê li Îraqê Janet Alberda îro (Sêşem, 29.10.2024) li Dîdara Mêrî 2024ê ragehand, “Em dibînin ku Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên navxweyî hinardeyî derve kirine, wekî petatan. Çavê me li wê yekê ye ku Îraq jî her bi wî awayî berhemên xwe hinarde bike.”
Janet Alberda herwesa got, “Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên çandinê hinardeyî derve dike, armanca wê ew e ku alîkariya Îraqê jî bike ji bo ku ew jî berhemên xwe hinarde bike.”
Balyoza Holandayê li Îraqê amaje jî da, “Serokwezîrê Îraqê pilanek ji bo destpêkirina çaksaziyê li Îraqê danaye, lewma jî em dixwazin hevahengiyên Herêma Kurdistanê di warên cuda cuda de bi Îraqê re berfirehtir bin.”
Balyoza navbirî amaje jî da, “Dema em dibînin ku Herêma Kurdistanê berhemên xwe yên navxweyî hinardeyî derve kirine, wekî petatan, çavê me li wê yekê ye ku Îraq jî her bi wî awayî berhemên xwe hinarde bike. Ji bo wê meremê jî, em ji bo alîkarîkirinê amade ne.”
Janet Alberda ron jî kir, “Di vê demê de, armanca me ew e ku em hevahengî û peywendiyên xwe bi Îraqê re di warên cuda cuda de û ji bo çarekirina qebxwaziyên siyasî, ewlehî û aborî berfirehtir bikin, ji ber ku em dibînin Serokwezîr Sûdanî pilan danaye ku çaksaziyê li welatî bike, xasma di warên aborî de. Me çend oferên din jî ji Îraqê re hene, ji bo ku seqamgir bimîne.”
K24