Serok Barzanî li gel Konsulusê Îmaratê civiya
Konsulusê Îmaratê xatir ji Serok Barzanî xwest.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Elzahêrî kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe, serdana Serok Barzanî kiribû.
Di civînê de Serok Barzanî spasiya Konsulusê giştî yê Îmaratê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.
Her di heman civînê de tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên dostane yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hate kirin.