Mesrûr Barzanî: Ji ber lehiya wêranker li başûrê Îspanyayê ez dilgiran im
Îro ji ber baraneke bihêz, li başûrê Îspanya lehî rabû û ji ber wê sedemê 73 kesan jî jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyon dalar jî ziyan geheşte wî welatî, di vê derbarê de serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan peyameke hevxemiyê pêşkêşî gelê Îspanya kir û ragehand , “Lehiyên wêranker ên li başûrê Îspanyayê ez xemgîn kirim”
Îro 30.010.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hejmara xwe ya fermî di tora civakî a Xê de belav kiriye, ku dibêje, “lehiyên wêranker ên li başûrê Îspanyayê ez xemgîn kirim”
Herwaha amaje bi wê jî daye, “Ez di vê dema dijwar de ji qurbaniyan, malbatên wan û tevahiya gelê Îspanyayê re sersaxiyê dixwazim.”