• Sunday, 27 October 2024
logo

Li Kerkûkê cihekî şûnwarî hat dîtin

Gulan Media October 24, 2024 Corane
Li Kerkûkê cihekî şûnwarî hat dîtin

Cihekî şûnwarî li Kerkûkê hat dîtin, ku 100 parçeyên şûnwarî lê hebûn.
Desteya Giştî ya Şûnwaran û Çandê ya Îraqê ragehand, “Li parêzgeha Kerkûkê piştî hin pişkinînan cihekî şûnwarî hat dîtin, ku dîroka wê ji bo berî çar hezar salan vedigere.”
Li dû zanyarên desteya jêgotî, pişkinîn ji wê deverê re hatine kirin û dîroka wê vedigere serdema Babiliyan û hezara duyê û sêyê ya pêş Zayînê.
Wê desteyê eşkere jî kir, “Li wî cihî 100 parçeyên şûnwarî û bermayîkên yekîneya çêkirinê û cihê çêkirina sîramîkî hatine dîtin.”

 

Basnews

Top