Bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bidawî dibe
Li gorî dema ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê diyar kiribû, îro 15ê Cotmehê bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bidawî dibe.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, dema bangeşeyê ji 25ê Îlonê heta 15ê Cotmehê diyar kiribû, ta ku lîst, partî û hevpeymanên siyasî û namzedên serbixwe bangeşeya hilbijartinê bikin.
Li ser destpêkirina bangeşeya hilbijartinan jî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya vîdyoyî de gotibû: “Hilbijartina parlamentoyeke bihêz, derfeteke girîng e ji bo bihêzkirina sîstema demokratîk, sazî û dezgehan û çaksaziyê, herwiha ji bo parastina Herêma Kurdistanê û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”
Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îşev demjimêr 12 piştî nîvro bi dawî dibe. Her namzed an lîsteyek ku bi her awayî bangeşeyê bike, dê wek binpêkirina yasa û rênimayên komîsyonê were dîtin.
Roja 20ê Mijdarê dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê. Herwiha roja înê 18ê Mijdarê jî dengdana taybet e ku tê de zêdetir ji 215 hezar endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.
Li gorî tomara dengdana biyometrîkî ya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ve hatiye belavkirin, hejmara giştî ya dengderên Herêma Kurdistanê bo xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, 2 milyon û 899 hezar û 878 dengder e, ji wan 2 milyon û 683 hezar û 618 dengderên hilbijartina giştî ne û 215 hezar 960 jî dengderên hilbijartina taybet in.
Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, navendên dengdanê hatine amadekirin û li ser 165 navendên dengdanê tên dabeşkirin.
Ji bilî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê) bo yekem car li derveyî Herêma Kurdistanê dengderên taybet dikarin li 8 parêzgehên Iraqê deng bidin.
K24