Hoşyar Zêbarî: Roja 20ê vê mehê em dê bersiva hemû zimandirêjiyan bidin
Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî piştrastî da ku helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wekî hatî diyar kirin dê birêve biçe û got: ‘’Di dema bangeşeya helbijartinan de PDKê xwe ji bêrêzî û teşhîrkirina kesayetiyan û aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê parastiye’’ Herwaha got; Em dê roja 20ê vê mehê bersiva hemû gotin, bêrêzî û zimandirêjiyên li hember PDKê hatine kirin bidin.’’
Îro 14.10.2024ê Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di civîneke çapemeniyê ya li Duhokê ya derbarê rêveçûna helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, bangeşe û amadekariyên komîsyonê bo proseyê birêve bir.
Hoşyar Zêbarî got: ‘’Şerê navbera Îsraîl û Hizbulaha Lubnanî û aloziyên din bandorên wê li ser navçeyê û helbijartina Parlamentoya Kurdistanê nabe û di dema hatiye diyar kirin de helbijartin dê birêve biçin. Em dixwazin hukimraniyekî baş û jêhatî rêveberiya Herêma Kurdistanê bike ku bikare li dij astengiyên dema pêş raweste.’’
Zêbarî got: ‘’Me daxwaz ji konsulxane û rêxistinên navnetewî jî kiriye çavdêriya hûr a helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin, ku prose bi paqijî û dûr ji binpêkirin û sextekariyan birêve biçe.’’
Hoşyar Zêbarî got: ‘’PDKê xwe ji bêrêzî û teşhîrkirina kesayetî û aliyên siyasî yên din ên Herêma Kurdistanê parastiye û roja 20ê vê mehê em dê bersiva hemû gotin, bêrêzî û zimandirêjiyên li hember PDKê hatine kirin bidin.’’
Herwaha daxwaz ji dengdêran jî kir ku heta naha hin kesan kartên xwe wernegirtine û serdana ofîsên komîsyona helbijartinên Iraqê bikin û kartên xwe wergirin, ji bo ku bikarin beşdarî helbijartinan bibin.
Zêbarî teqez kir: ‘’Rêjeya beşdariya dengdêrên taybet li devera Badînan diyarkere, ango çend rêje zêdetir be, PDK kursiyên zêdetir li helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dê bidest bixe.’’
Basnews