Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana qezakirina nahyeya Teqteqê îmza kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermana qezakirina nahyeya Teqteqê îmza kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 14.10.2024) fermana qezakirina nahyeya Teqteqê îmza kir.
Di wê fermanê de hatiye, “Li dû fermana herêmî ya hejmar 335, me biryar li ser qezakirina nahyeya Teqteqê li sinorê parêzgeha Hewlêrê her li sinorê niha yê nahyeya Teqteqê da.”
Fermana qezakirina Teqteqê ji roja derkeftina wê ve, yanî îro (Duşem, 14.10.2024), tê bicihanîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja Çarşemê, 25.09.2024ê di gotara merasîmên lêdana zenga sala nû ya xwandin 2024-2025ê de mizgîniya qezakirina nahyeya Teqteqê li sinorê parêzgeha Hewlêrê ragehand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragehandibû, “Qezakirina Teqteqê dê ji bo xelkê deverê alîkareke zêde be û dê bargiraniya îdarî li ser bajarê Koyeyê kêm bibe û taybetmendiyeke zêdetir jî bi Teqteqê tê dan.”
K24