• Monday, 11 November 2024
logo

Wezîrê Derve yê Îranê geheşt Bexdayê

Gulan Media October 13, 2024 Nûçe
Wezîrê Derve yê Îranê geheşt Bexdayê

Îro 13.10.2024ê Wezîrê Derve yê Îranê ji bo serdaneke bi bername geheşt Bexda ya paytexta Iraqê.

Di dema geheştina Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî bo Bexdayê de, civîneke çapemeniyê pêkanî û ragehand, ne me şer divê ne jî vala derxistin, lê em amadeyî hemû rûbirûbûnekî ne.

Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir, li gel hikûmeta Iraqê em şêwirê dikin ji bo her şer û karesatekî li navçeyê dûr bixin.

Biryare Wezîrê Derve yê Îranê li gel Wezîrê Derve û Serokomar û Serokê Hikûmeta Iraqê bicive û gotûbêjê li ser hin mijaran û rewşa Xeze, Lubnan û navçeyê bi awayekî giştî bikin.  

Top