Siyasetmedarekî Iraqî: Du bijarde li pêş dengdêrên Kurdistanê ne, yan dengdan ji nûnerên milîsan re û malwêranî, yan jî dengdana ji aramiyê û xweşiyê re
Siyasetmedarê Iraqê behsa giringiya helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dike ku biryare roja 20ê cotmeha 2024ê pêkbên, amaje bi wê yekê dike ku dengdêrên Kurdistanê li pêş du bijardeyanin, yan dê deng bidin nûnerên milîsan û malwêraniyê, yan jî dê deng bidin asayîş û xweşiyê.
Siyasetmedarê Iraqê Mîsal Alusî di tora xwe ya taybet X de ragehand, helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê metirsîdar dibe, eger nûnerên grubên milîsan û ewên li gel têkdanê ne ku wêrankariyeke mezin bi serê Bexdayê anîn û li gel kurdan jî tên naskirin, deng bidin wan (armanca wî YNK ye) dê metirsiyekî mezin hebe, lê eger asayîş û xweşiyê û jiyaneke baş dixwazin, wê demê xelk dê deng bide wî aliyê din (armanca wî PDK ye) û dibêje, hemwelatiyên Kurdistanê êdî bixwe dizanin deng dê bidin kîjan aliyekî.
Hêjayî gotinê ye çavdêr berdewam dibêjin Bafil Talebanî û YNK berdewam li dû berjewendiyên xwe yên kesî de ne û herwaha berjewendiyên teng ên partiyê re giringî didin û peywendiya wan li gel grubên milîs û çekdarên tundrê heye ku piraniya wan di lîsteya teror a Amerîkayê de ne.
Basnews