Mesrûr Barzanî: Ji bo malbatên şehîdan ên serbilind çi bê kirin kêm e
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî di çarçoveya Platforma Hêvî û Girnijînê de 540 xanî pêşkêşî malbatên şehîdan ên serbilind kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Merasîm li ser sparde, ferman û rênimayên Serok Barzanî hatiye lidarxistin û cenabê wî herdem xwe bi deyndarê malbatên şehîdan ên serbilind dibîne. Ev jî dike ku hemû gelê Kurdistanê, em hemû deyndarê we bin; Xizmetkirina we erk û serbilindiya me ye.”
Li ser pêşkêşkirina 540 xaniyan ji bo malbatên serbilind ên şehîdan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Ev li hember fedakariya ku we ji bo gel û welatê xwe kiriye, erkekî pir hindik e, ti tişt nikare qurbana we qerebû bike.”
Herwiha got: Em çi ji bo malbatên serbilind ên şehîdan bikin, kêm e. Mixabin ji ber rewşa navxwe û navçeyê, dibe ku me nikarîbû wek pêwîst xizmeta we bikin, her çend xizmetkirina malbatên şehîdan ên serbilind karê sereke yê hikûmeta me bûye, yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî jî bûye.”
Mesrûr Barzanî ragehand: “Me hewl da ku çi ji destê me bê ji bo hêsankirina jiyana welatiyan, bi taybetî malbatên şehîdan ên serbilind, bikin, weke dabînkirina pêdiviyên tenduristiyê û dabînkirina derfetên xwendinê ji bo zarokên şehîdan ên serbilind.”
Basnews