Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya PDK’ê daxuyaniyek da
Lijneya Bilind a Hilbijartina Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê mitînga mezin ya îro a bangeşeya lîsta 190 ya PDKê li Duhokê beliav kir.
Di daxuyaniya lijneya bilind a hilbijartina PDKê de hatiye diyarkirin, “Di derbarê mitînga îro a li bajarê Duhokê de, ku bo piştevaniya lîsta 190 a PDKê hatibû bi rêxistin, ji ber sedema hejmareke zêde ya girseya dilsozê partiya me li stadyoma Duhokê, ez daxwaza lêborînê ji wan dehan hezar dildar û alîgirên hezkirî yên partiya xwe dikin, ku ji ber zêdebûna beşdarvanan a di nav stadyomê, derfet bo wan nehat rexsandin û li derveyî stadyomê man û nekarîn bên nav qada gogê û beşdarî wê mitînga mezin bibin.”
Herwaha hatiye aşkera kirin, “Em di vir de spasiya dilsoz û kelecana wan ezîzan û tevahiya girseya hezkirî ya bajarê Duhokê û Behdînan dikin, daxwaza lêborînê li wan dikin û herwaha hêviya serkeftinê bo wan hemiyan dixwazin.”
Basnews