• Saturday, 21 December 2024
logo

Ehmed Turk: Divê gelê Kurdistanê yekîtiya xwe pêk bîne

Gulan Media October 12, 2024 Nûçe
Ehmed Turk: Divê gelê Kurdistanê yekîtiya xwe pêk bîne

Hevgirtî û endamên Dem Partiyê li Diyarbekirê meşek li darxistin û di encama meşê de jî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku eger pêvajoyek çareseriyê hebe ev yek bi yekalî çênabe divê kurd vê pêvajoyê de werin guhdarîkirin.

Piştî ku Parêzgeriya Diyarbekir ragihand ku mîtînga Dem Partî ya 13ê cotmehê hatiye qedexekirin endam û hevgirtiyên Dem Partiyê xwestin li Diyarbekirê meşekê li dar bixin.

Meş bin çavdêrî û hişyariyên hêzên ewlekariyê de ji ofîsê heta Sûrê hat li darxistin û kesên wek  Ehmed Turk, Sinan Çîftyurek, Ayla Akat Ata, Sebahet Tuncel, Pervîn Buldan û hevserokên şaredariyan jî beşdarî meşe bûn.  

Di encama meşê de Sînan Çîftyurek bal kêşand ser daxuyaniyên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî û amaje kir ku pêvajo bi yek alî çênabe, divê kurd jî beşdarî pêvajoyê bibin, divê guh bidin kurdan jî. 

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk amaje kir, eger wek gelê Kurdistanê di demeke ku alozî di Rojhilata Navîn de hene de em nekaribin bibin yek dê pêşeroja me bin xetereyê de be, divê aştiyek mayînde pêk were.

Ayla Akat Ata û Sebahet Tuncelê jî bal kêşandin ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku bang hate kirin tecrita ser Abdullah Ocalan were rakirin. 

Dem Partî û hevgirtiyên wê her çiqas hatibe qedexekirin jî bang li xelkê kirin ku tevlî mîtînga 13ê cotmehê bibin.

 

K24

Top