• Saturday, 21 December 2024
logo

18 hezar û 875 koçber ji Libnanê çûne Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media October 12, 2024 Nûçe
18 hezar û 875 koçber ji Libnanê çûne Rojavayê Kurdistanê

Vegera xelkê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ya ji Libnanê ber bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Li gorî zanyariyên Maseya Krîzê ya Rojavayê Kurdistanê heta niha 18 hezar û 875 koçber ji Libnanê vegeriyanê Herêma Kurdistanê.

Li gorî maseyê hejmara kesên ji Libnanê hatine wiha ye: 6 hezar û 705 mêr, 5 hezar û 935 jin, 6 hezar û 158 zarok, 58 Libnanî û 19 cenaze.

Li gorî zanyariyan kesên ji Libnanê tên, an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin.

Her wiha kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî  Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xwesera li Libnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera kesên ji Libnanê tên organîze dike.

2 hezar û 96 kes ji Libnanê hatine Şêxmeqsûdê

Li aliyê din heta niha zêdetirî 2 hezar kes ji ber şerê li Lubnanê hatine taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê.

Maseya Krîzê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî diyar kir ku 2 hezar û 96 kes ji Libnanê hatine her du taxan Kurdan.

Li gorî zanyariyên maseyê piraniya kesên hatine Sûriyeyî ne.

Şerê Xezeyê yê Îsraîl û Hemasê derbasî Libnanê bûye.

Ji 20ê Îlonê ve Îsraîl bi tûndî Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran dike.

Li gorî zanyariyan heta niha milyonek û 400 hezar Libnanî ji ber êrişên Îsraîlê koçber bûne.

Her wiha bi hezara Kurdên Rojavayê Kurdistanê xelkê Sûriyeyê jî vegeriyane.

 

Rudaw

Top