Sûdanî ji Biden re: Herêma me li ber şemitînek metirsîdare
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li ser metirsiya ji destdana rewşa leşkerî û ewlehiyê a li herêmê hişyarî da Serokê Amerîkayê Joe Biden.
Sûdanî di nameyekê de ku ji Joe Biden û Yekîtiya Ewropayê re şandiye, îro yêkşemê ragehand: "Herêma me li ber şemitînek xeternak e ku dê cîhanê bixe nav şerekî berdewam."
Sûdanî êrîşên Îsraîlê bi “Dijminatiya siyonîstan” binav dike û dibêje, “Piştî 7ê cotmehê û berdewamiya dijminatiya siyonîst li Xezeyê û paşê li Lubnanê, Iraqê helwesta xwe li hember êrişên Israîlê ku navçê dixe metirsiyê û berfirehkirina şer, ku ew jî dibe sedema tawanên şer û civaka navdewletî jî nikare rola xwe bilîze, nîşan da.”
Di beşeke din a nameyê de amaje bi wê dide û dibêje: “"Em ji dostên xwe re, bi taybetî Amerîka û Yekîtiya Ewropayê re peyamekê dişînin, ku herêm li ber metirsiyeke kûr de ye ku dibe sedema şerekî berfireh û hilweşîna aborî ya cîhanî, ji ber vê yekê ji bo me hemûyan girîng e ku em pêşî li vê xetereyê bigrin.”
Ev peyama Sûdanî di demekî ye ku artêşa Îsraîlê êrîşa esmanî û bejahî li ser başûrê Lubnanê kiriye û rûbirûyê çekdarên Hizbulahê bû ye, di heman demê de gefê li wan grûpan jî dixwe ku li wê navçeyê û li Iraqê ve îrîşî Îsraîlê dikin.
Basnews