• Saturday, 21 December 2024
logo

Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Gulan Media October 7, 2024 Nûçe
Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Germiyanî, daxuyaniyek daye û dibêje: “Hindek nûçeyên sextet hatine belav kirin, qaşo Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê li dijî projeya Hejmara Min e, lê em van nûçeyan red dikin.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin, “Ev demeke hindek rûpelên civakî û malper daxuyaniyan binavê Serokê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê, yan jî binavê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê belav dikin, bêy ku daxuyaniya fermî ya Yekitiya Mamosteyan werbigrin.”

Her wek duh ku hindek rûpel û malperan daxuyaniyek binavê Serokê Yekitiya Mamosteyan belav kirine ku qaşo Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê, projeya Hejmara Min, red din.”

Herwaha dibêje: “Em li vir radigehînin ku bi ti awayekî Serokê Yekitiya Mamostayên Kurdistanê li dijî projeya Hejmara Min, ti daxuyaniyek nedaye û her kesekî jî ku bi nave Yekitiya Mamosteyan daxuyanî bide, temsîla fikrê xwe dike, nek ya Yekitiya Mamosteyan.”

Herwaha ragehand: “Projeya Hejmara Min, projeyeke giring a stratejîke û bi wê rêkê xizmet ji mûçexwarên Herêma Kurdistanê re tê kirin û berovajî, helwesta Yekitiya Mamosteyan rone û piştevaniya vê projeyê dike. Rêxistina Yekitiya Mamostayên Kurdistanê wê nekeve nava nakokiyên siyasî û herkesekî jî ku binavê Yekitiya Mamostayan di wê derbarê de daxuyanî bide, emê wê weke karekî nerast bigrin dest û wisa jî dizanin, ji ber ku Yekitiya Mamosteyan li gel her projeyekî ku xizmeta Mamosteyan bike ye.

 

 

Basnews

Top