Bi sedan endamên YNKê peywendî li gel rêzên PDKê pêkanîn
Li sînorê baskê 23 yê Qereçûxê hejmarek berçav ji endamên YNKê peywendî li gel rêzên PDKê pêkanîn û berpirsê baskê Qereçûxê jî dibêje, ewên peywendî li gel PDKê pêkanîne, piştevaniyê li lîsteya 190 a PDKê dikin û roja helbijartinê de deng dê bidin lîsteya PDKê û Serok Barzanî.
Berpirsê baskê 23 yê Qereçûxê yê PDKê Senger Kanebî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: ‘’Li sînorê deşta Hewlêrê malbatekî mezin û navdar a deverê peywendî l gel rêzên PDKê pêkanî û PDK maleke mezin û sîvaneke mezine. Bixêrhatina wan hevalan em dikin bo nav rêzên PDKê û bêguman cîhê hemû kesekî niştimanperwer di nav PDKê de heye.’’
Herwaha got: ‘’Ewên ku peywendî pêkanîne li ser daxwaza xwe peywendî l gel rêzên PDKê pêkanîne û piştgiriya xwe ji bo lîsteya 190 a PDKê nîşan dane, ew malbata mezin a deşta Hewlêrê ku malbata Hacî Feysel Gelalî ye û xelkê gundê Tirpe Spiyanî nahyeya Şamamk in, roja helbijartinê de bi meriv û kesûkarên xwe ve dê deng bidin lîsteya PDKê û Serok Barzanî.’’
Senger Kanebî got: ‘’Em wek PDK berdewam dibin di xizmetkirina xelkê vê deverê de û xizmetkriina xelkê jî wek erkê xwe em dizanin û bê cudayî. Tişta ku wisa kiriye xelk ji aliyên din dûrbikevin û bên bo nav PDKê siyaseta hekîmane ya PDKê û helwêstên Serok Mesûd Barzanî ye.’’
Li gor zanyariyan ewên ku peywendî li gel PDKê pêkanîne pêktên ji zêdetirî 300 endamên YNKê yên li wî sînorî.
Basnews