Hemîd Qeladzeyî: Bafil Talebanî wek çawa piştî şireşirê mîkrofon avêt, her dema ku karê wî bi alîgirên wî jî nema wan jî dê bavêje
Çalakvanekî Qeladzê di tora xwe ya civakî facebookê de derbarê tevger û reftar û nirenirên Bafil Talebanî û avêtina mîkrofona destê xwe de, ku li ser dikê şireşir ji mîkrofonê hat, nivîsek vê derbarê de nivîsand û ragehand: ‘’Reftar û tevgera Bafil ya herî kirêt ew bû, piştî axaftinên xwe yên pûç li Helebcê, bi awayekî tund ew mîkrofona dest xwe de li erdî da.’’
Di helmeta bangeşeya Helebce de Bafil Talebanî bêrêzî û sivikatiyeke zêde li hember xelkê kir û gotinên pîs û kirêt ji devê wî rijyan. Vê derbarê de çalakvan Hemîd Qeladzeyî nivîsand: ‘’Dîmenê herî kirêt ê Bafil Talebanî li gel min, ne ewe ku dijûn û sivikatiyê dike. Herwaha nirenir û şireşira wî hemû kes aciz kiriye, lê dûr ji sekna kesayeta siyasî em reftarên wî dibînin û ya herî kirêt jî piştî axaftinên xwe yên pûç li Helebce temam kir, bi awayekî tund mîkrofon li erdî da.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Heta ku pêwîstiya wî bi mîkrofonê hebû kar pê kir û dengê xwe ji bo bigehîne xelkê kar pê kir, çi tewanekî wê mîkrofonê nebû, tenê carekî jî dengê wî qut nebû, lê dema ku karê wî pê nema, bêrêzî li hember wê mîkrofona dest xwe de jî kir û ew mîkrofona di dema axaftina xwe de bi tundî û hişk girtibû, piştî karê wî pê nema bi tundî avêt û li erdî da û bêrêzî li hember kir.’’
Ew çalakvane vê yekê tîne bîra endamên YNKê û alîgirên wê partiyê ku: ‘’Her demekî ku karê wî bi we jî nema dê heman awayî we jî wisa bavêje.’’
Hemîd Qeladzeyî ji bo xelkê bi giştî û bi taybet jî ji YNKyiyan re dibêje, dema dîmenên waha mirov bi çavê xwe dibîne, bizane ew kesekî nexwaşe û got: ‘’Ji vê derê ve mirov dibîne ku psîkolojiya wî nexwaşî heye.’’
Basnews